Kurmanji

Kone Foundation (Weqfa) rêxistineke serbixwe û bêlayan e, ku bi afirandina şert û mercên ji bo zanist û hunereke azad û cihêreng, cîhanê baştir dike. Karê bingehîn ê weqfê fînansekirina xebata pisporên zanist û hunermenda ye. Bi dayîna alîkariyê, em piştgiriyê didin xebatên lêkolîna zanistî, huner û çandê û her weha danasîna zanistê ji dorhêlên cihêreng re. Em qîmetê didin nêrîneke profesyonelî ya piralî û lihevkomkirina nêrînên guzîde.

Hûn dikarin her sal li navbera 1-15 Îlonê serlêdana bo alîkariyên Konestiftelsen’ê bikin. Di warê zanistiyê de, weqf piştgiriyê dide zanistên mirovî, zanistiya civakî û lêkolîna zanistiya jîngehê û her weha lêkolîna hunerî. Di warê hunerê de, em piştgiriya xebata profesyonelî bo her cûre hunerî dikin. Aktorên Fînlandî û biyanî dikarin serlêdana fonê bikin, lê ji bo fonê werbigirin, pêdivî ye ku proje bi Fînlandiya’yê re têkildar be.

Kone Foundation rûniştgeha Hunermend û lêkolîneran Saari Residence li Mynämäki’yê, li başûrê rojavayê Fînlandiya’yê bi rê ve dibe.

Ji hêla hunermendên profesyonal ên biyanî û Fînlandî ve li warê pîşesaziyên cihêreng, nivîskar, helbestvan, wergêr, bestekar, rehber, rexnegir û komên hunermendan, bo ciyê rûniştinekê dikare serlêdanê bike.

Li sala 2022’ê, Kone Foundation’ê bi tevahî zêdetirî 48 mîlyon euro alîkarî, xelat û şabaşan da.

Rûpelên malpera Kone Foundation’ê bi zimanê fînî û îngilîzî hene. Heger pirsên we derbareyê bexşîşên me hebin, hûn dikarin hûrguliyên têkiliyên bi me re, li vir bibînin.